Li Polonyayê bi piştgiriya NATO’yê tetbîqata leşkerî destpê kir

Li Polonyayê, bi tevlîbûna leşkerên endamên welatên NATO’yê ve tetbîqata mezintîrin a 25 salên dawî destpê kir.

Li Polonyayê, bi tevlîbûna leşkerên endamên welatên NATO’yê ve tetbîqata mezintîrin a 25 salên dawî destpê kir. Di tetbîqatê de tevdîrên li dijî artêşeke bi navê ‘koma sor’ a ji Behra Baltikê tê û ji leşkerên du welatên pêk tên, tên praktîzekirin.

Di tetbîqata ‘Anakonda 2016’an’ de ji bilî 24 welatên endamên NATO’yê, leşkerên Ûkrayna û Gurcîstanê jî tê de cih digirin, bi giştî ji 31 hezar leşkerî pêk tên. Tê zanîn ku tetbîqata leşkerî li dijî Rûsyayê pêk tê.

Tê zanîn ku hikûmetên Polonyayê ji bo hilneweşin aloziyên ji dîrokê yên bi Rûsyayê re propagandayên xwe pêş dixin. Ji 2008’an ku Rûsya mudaxeleyî Gurcistanê kir ve di çarçoveya vê polîtîkayê de mijara ‘Xeteriya dagirkirina Ewropaya Rojhilat a ji aliyê Rûsyayê’ her tim di rojevê de tê girtin.

Ji 2014’an ve ku şerênavxweyî yê Ûkrayna destpê kir, Nîvgirava Kirimê hate îlhakkirin û herêma Donbassê ket destê komên Rûs, Polonya li dijî Rûsyayê gotinên xwe hê hişktir kir. Li welat herî dawî di bin navê “yekîneyên dildar ên parastinê” de biryar hatibû girtin ku hêzên paramîlîter ji aliyê artêşê bên perwerdekirin.