Li Pirsûsê qeyyûm tola hilbijartinê stend: 41 kargeh hilweşand

Li Pirsûsê ya ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartina giştî ya dawîn de ji sedî 66,3 deng stendibû, qeyyûmê rejîma AKP’ê 41 kargeh hilweşand û 4 kes destgîr kir.

41 kargehên ku aîdî galerîvanan bûn û di navbera navçeya Pirsûs a Rihayê û gundê wê yê Elîgorê de bûn bi îdiaya ku “qaçax in” ji aliyê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ye hatin hilweşandin.

Hate îddîakirin ku kargeh ‘qaçax’ in lê tu biryara hilweşandinê jî nehate nîşandan.

Galerîvanan rêya Pirsûs û Elîgorê bi keviran girtin û nerazîbûn nîşanî vê hilweşandina kêfî dan.

 Leşkeran bi TOMA û gaza îsotê êrişî galerîvanan kirin, bi hinceta “kevir avêtine” 4 kes destgîr kirin.

Dikandarên ku bertek nîşanî hilweşandina kargehan a bêyî biryareke hilweşînê hebe dan, diyar kirin ku biryar siyasî ye. Dikandaran anîn ziman ku di 17’ê adarê de bi Îbrahîm Guneş ê weke qeyûm tayînî şûna qeyûm Kenan Aktaş hatiye peywirdarkirin, hevdîtin kirine û diyar kirin ku Guneş ji wan re wiha gotiye: “Heke AKP di hilbijartinan de dengekî bilind negire ez ê nehêlim ku hûn bêhnê bistînin. Ez ê hemû kargehên we hilweşînim.”

Di hilbijartinên giştî yên dawî hatin kirin de li navçeyê Partiya Çepên Kesk ji sedî 66,3 AKP’ê jî ji sedî 22,1 deng stendibû.