Li Pirsûsê firna nanê Kobanê
Li Pirsûsê firna nanê Kobanê
Li Pirsûsê firna nanê Kobanê
Li Pirsûsê firna nanê Kobanê lê tê çekirin hat avakirin. Firna nanê Kobanê li Pirsûsê ya yekemîn e û her roj 40-50 hezar nan lê tê lêxistin. Xwediyê firnê Seyfettin Hecî Omer got ku ev firna ji bo pêdiviyên gelê Kobanê yên ji welatên xwe koçber bûnie hatiye çêkirin.
Li Pirsûsê firna nanê Kobanê lê tê çekirin hat avakirin. Firna nanê Kobanê li Pirsûsê ya yekemîn e û her roj 40-50 hezar nan tê lêxistin. Hemû xebatkarên firnê ji Kobanê ne û li vê kargehê 13 kes dixebitin. Xwediyê firnê Seyfettin Hecî Omer got ku ev firna ji bo pêdiviyên gelê Kobanê yên ji welatên xwe koçber bûne û rewşa wan a aboriyê nebaşe hatiye avakirin û bê pere nan tê belavkirin. Omer diyar kir ku armanca wî ya sereke dilxweşiya gelê Kobanê ye û got: "Min lê nihêrî gelê me yê Kobanê zêde nikare xwarinê bixwin me jî got em ê jî ji bo welatiyên xwe firna nan ê Kobanê vekin. Gelê me jî giş pê kêfxweş bûne. Her wiha ez jî gelek kêfxweş bûm."
'DIVÊ HER KES JI BO KOBANÊ TIŞTEKÎ BIKE'
Omer bi lêv kir ku nanê wan bi awayekê paqij û hijyenîk tên derxistin û bi mekînê tên lêxistin. Omer da zanîn ku nanên xwe li firnê ambalaj dikin û deh nana dixin kîsikan. Omer got ku berî firnê vekin wî bixwe diçû nan ji firnê dikiriya û li gelê belav dikir. Omer destnîşan kir ku ji bilî gelê Kobanê yên Pirsûsê jî tên nan distînin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê welatê me xera kir. Tu tiştek li ser hev ne hiştin. Her der hilweşiya ye. Ji ber vê yekê alîkariya welatiyên me pîroz e. Divê her kes tiştên ji destên wan bê ji gelê me re bikin û destên xwe têxin bin kevir. Min jî biryarek da û bi derfetên destên xwe ev firna vekir. Hem gelê me nan jê dixwe û hem jî yên di vê derê de dixebitin jî mesrefa xwe derdixin."
'GELÊ KOBANÊ JI BILÎ VÎ NANÎ NIKARE NANEKÎ DIN BIXWE'
Xebatkarê firnê Mehmûd Remo jî anî ziman ku vekirina bi vê firnê gelê Kobanê pir kêfxweş bûye û wiha axivî: "Em gelê Kobanê ji bilî vî nanî em nikarin bixwe. Ji ber vê yekê gelê me yê li vê derê bêriya nanê xwe yê Kobanê kiribû. Armaca me ne pere ye, daxwaziya me ew e ku welatiyên me birçî nemînin. Bila nanê welatê xwe bixwin. Hey ji welatê xwe dûr ketin, qet nebe bila nanê xwe bixwin."
Welatiyên bi navê Ehmed Mistefa jî bi vekirina firna nanê Kobanê li Pirsûsê hatiye vekirin kêfxweş e û hesreta nanê welatê xwe, kêm be jî çareser kiriye.