Li Pîranê kesek hat binçavkirin
Li Pîranê kesek hat binçavkirin
Li Pîranê kesek hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Pîranê welatiyek di serdegirtina malan de hat binçavkirin.
Li navçeya Amed Pîranê, polîsan îro danê sibê avêtin ser Taxa Çelebî. Di serdegirtina malên li taxê de welatiyê bi navê Cîhan Bîroglû hat binçavkirin, Şehmûs Guneş jî ji ber ku ne li malê bû, nehat binçavkirin.
Hat ragihandin ku sedema binçavkirina bûyerên piştî destûrnedana li vekirina goristana PKK'yiyan a roja 27'ê Mijdarê ya li gundê Prejmanê rû dan e.
Malbatan der barê mijarê de agahî dan û ragihandin, ku polîsan danê sibê bi şikandina deriyan ketine hundir, ew ji malê derxistine û li nava xanî geriyane. Malbatan diyar kirin, ku ji ber lêgerînê ew bi qasî 3 saetan li derve hatine hiştin û malên wan hatine serûbinkirin.