Li peykerê Şoreşa Mijdarê ala mezin a PKK'ê hat daliqandin
Li peykerê Şoreşa Mijdarê ala mezin a PKK'ê hat daliqandin
Li peykerê Şoreşa Mijdarê ala mezin a PKK'ê hat daliqandin
Li peykerê Şoreşa Mijdarê yê li bajarê Elmanya Rostockê, aleke mezin a PKK'ê hat daliqandin. Ala ku li peykerê bi metreyan bilind ve hat daliqandin, ji aliyê polîs û arkujan ve hat rakirin.
Li Elmanyayê, ji bo bîranîna Şoreşa Mijdarê ya di sala 1918'an de dawî li monarşiyê anî û komar da destpêkirin, di sala 1970 de li bajarê Rostockê peykerekî mezin hat çêkirin. Peykerê li peravê Derya Baltikê hat çêkirin, bi metreyan bilind e.
Duh serê sibê, li ser vî peykerî aleke mezin a PKK'ê hat dîtin. Ala ku bi saetan li peyker daliqandî ma, rastî destwerdana polîs û arkujan hat.
Arkuj bi rêya Vîncê derketin ser peyker û al jê kirin. Polîsan dest danîn ser alê û lêpirsîn dan destpêkirin.