Li Payîzavayê 5 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Payîzava ya Wanê polîsan HDP’yiyên xebatên hilbijartinê bi rê ve birin, li navenda navçeyê destgîr kirin.
Li navçeya Payîzava ya Wanê polîsan HDP’yiyên xebatên hilbijartinê bi rê ve birin, li navenda navçeyê destgîr kirin.
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Peyîzava dema xebatên hilbijatinê dikirin, hatin destgîrkirin.
HDP’yiyên ku li navçeyê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin, li Taxa Hevşeşorkê belavok belavkirin.
Cevdet Yucel, Mahmût Tam, Ahmet Înce û Yaşar Yildiz ên piştî ku belavok belavkirin û şûnde ber xwe dan navenda navçeyê, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. 4 kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn radestî jendermeyan hatiye kirin.