Li pêşiya Parlementoya Swêdê aktivîtayên piştgiriya ji bo Kobanê

Li paytext Stockholm a Swêdê, di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê aktivîteyên tên lidarxistin mezin û belav dibin.

Piştî semînera duh a bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re ya li pêşiya Navenda Perwerdeya Karkeran (ABF) a Rojnamevan-Nivîskar Joakîm Medîn ê weke axaftvan tevlîbû û şûnde, îro li pêşiya avahiya Parlemetoya Swêdê li Qada Mynttorgetê kon hate vedan.

Kurdistaniyên saet derdorî 13:00’an de kon vedan, bi stran û sirûdên Kurd li kesên derdor belavok û broşûrên têkildarî girîngiya berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava, di serî de provakatîfên dewleta Tirk û welatên Rojava ya li ser herêmê û nêzîkatiyên wan ên dijminahî tehşîr û broşor belav kirin.

Hinek ji welatiyên derdor derbasî kon bûn û destek dan çalakiyê. Di nava kesên kon ziyaret kirin de jî ji Wexaf Jinê ya Azad a Rojava Meîke Nack jî hebû.

Nack a ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku Şoreşa Rojava yek ji berhema raman û felsefeya Ocalan e û wiha got: “Bi saya wî jinên Kurd di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir û sîstema wekhevî bi serkeftî encam dan.

Nack destnîşan kir ku li pêşiya Rojava dur ê hene, ya yekem xwe bi xwe gel xwe birêvebirin a duyemîn jî weke berê ketina bin sêwana hêzên hegonom ên li herêmê. Nack wiha pêde çû: “Gelê Rojava rêya yekem; sîstemeke adil, wekhev û civakek ekolojî avakirinê hilbijart. Şoreşa Rojava şoreşekî di pêşengiya jinê de li ser raman û felsefeya Birêz Ocalan pêk anî ye.” Nack piştre jî banga piştgiyê li raya giştî ya dmokratîk-şoreşger ji bo Şoreşa Rojava kir.

Aktivîteya kon a li pêşiya avahiya parlemtoyê wê 31’ê Cotmehê heta 1’ê Mijdarê roja Çarşemê dewam bike.

DI 1 MIJDARÊ DE JI BO KOBANÊ XWEPÊŞANDANA MEZIN

Li aliyê din Komîteya Rojava jî ragihand ku ji ber 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo piştgirîdayîna Şoreşa Rojava û şermezarkirina helwesta êrîşkar a dewleta Tirk a di destpêkê de li ser Efrîn û Rojava, li navenda Stockholmê meş û mîtîngekî mezin lidar dixe.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ji bo aktivîteyên di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de banga tevlîbûnê li hemû Kurdistanî û dostên wan kir.

Meşa ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re roja Çarşemê 1’ê Mijdar seat 18:00’an li Qada Norra Bantorget a li pêşiya avahiya Konfederasyona Sendikayên Karkerên Swêdê (LO) destpê bike.