Çalakiyên protestoyê yên Kurdistanî û dostê wan ên li Ewropa dijîn ên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê dewam dikin.
Navnîşana çalakiyan a îro li pêşiya avahiya Konseya Yekîtiya Ewropa ya li Brukselê bû.
Çalakî ji aliyê Platforma Efrînê ve hate lidarxistin. Çalakî di saetên civîna welatên endamên YE’yê ne de pêk hat. Di çalakiya bêdengiya welatên Ewropa yê hate protestokirin de, bi pankart û dowîzên hatin bilindkirin bal hate kişandina ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk û Erdogan û qetilkirina zarok û jinan.
Çalakiya tevî barana zêde 3 saetan dom kir, di saetên şevê de bi dawî bû.