Li peravên Bodromê trajediya koçberan

Di encama noqîavêbûna keştiya koçber li nav a li peravên Bodrûm a dikeve başûrê rojavayê Tirkiyeyê de, 2 kuçer mirin.

Yekîneyên ewlekariya peravê diyar kirin ku saet 05:57’an ji bo rizgarkirina koçberan dest bi xebata rizgarkirinê kirine.

Hate ragihandin ku agahiya 8 jê zarok 16 koçber hatine rizgarkirin, cenazeyê 2 jinan ji behrê hatiye derxistin. Ji yên hatine rizgarkirin 15 welatiyên Iraqê, 1 ji welatiyê Sûriyeyê ye.

Li gorî şahidan di keştiyê de 19 kes hebûn. Ji derveyî 2 jinên ku mirine, yekîneyên ewlekariya peravê li jineke din jî digerin. Hate ragihandin ku keştiya ku koçber li nav bûn ber bi Yewnanistanê ve diçû.