Li PE konferansa Qirkirina Ermeniyan
Li PE, konferansek têkîldarî Qirkirina Ermeniyan hate lidarxistin. Di konferansê de ji ber xebatên wî plaketek dan Nivîskar-Rojnamevan Dogan Ozguden.

Li Parlamentoya Ewropayê, konferansek têkîldarî Qirkirina Ermeniyan hate lidarxistin. Pêşnûmeya der heqê Qirkirina Ermeniya roja Pênçşemê pêşkêşî parlamentoya federal a Elman hate kirin, di organîzasyona Federasyona Ermenî ya Ewropa de li Parlamentoya Ewropayê konferansek hate lidarxistin.
Di konferansa bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedaran pêk hat de li ser polîtîkayên qetlîamê yên ku dewleta Tirk li dijî bawerî û etnîkên pêk anîne hate rawestandin.
Hate diyarkirin ku aktîvîteyên bîranîna salvegera qirkirina Ermeniyan ku 24’ê Nîsanê tê qebûlkirin, di pêşengtiya ÎHD’ê destpê kir, piştre jî ev bîranîn berfireh bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Qirkirina Ermeniyan îro jî nayê qebûlkirin, hate destnîşankirin ku rêveberiya Erdogan jî siberoja heman dewleta ku 1915’an Ermenî qetil kirine temsîl dike.
Di Konferansê de Nivîskar Dogan Ozguden jî axivî.
Ozguden li ser êrîşên faşîstên sivîl ên Tirk ku li hember saziyên çep, Kurd û Ermenî yên li Ewropayê pêş dixin rawestiya.
Ozguden gefên li tê xwarin anî ziman, bi bîr xist ku dewleta Belçîka neçar maye wî biparêze.
Ozguden, di 100. salvegera Qirkirina Ermaniyan de ji ber Belçîka mahzûbantiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kiriye, ev rexne kir, destnîşan kir ku ev desthilatdariya Erdogan qayimtir dike.
Di Konferansê de ji ber xebatên wî plaket dan Rojnamevan-Nivîskar Dogan Ozguden.