Li paytextê Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan stand
Li paytextê Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan stand
Li paytextê Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan stand
Meclisa Gelê Kurd ya li Bernê, di çarçoveya Kampanya ji Ocalan re Azadî standa îmzeyan hate danîn.
Endamên Meclisa Gelê Kurd li paytextê Swîsre Bernê li Bern Bahnhofplaztê ya li gara trenê ji bo azadiya Ocalan stand vekirin. Standa ku rastî eleqeyek mezin ya gel hat, herwiha danezanên di derbarê şert û mercên Ocalan û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd vedibêjin hatin belavkirin. Xebatkarên Meclisa Gelê Kurd ya li Bernê ragihandin ku, dê ji niha pêve her heftiyê standa îmzeyan vekin.