Li paytexta Elmanyayê wê îro û sibe panel bên lidarxistin

Çalakiyên sazî û tevgerên Kurd, Tirkiyeyî û Elman ên ji bo eşkerekirina faşîzma Erdogan, wê di hefteya pêş de jî li paytexta Elmanya Berlînê dewam bikin.

Li paytext Berlînê, HDK-Ewropa, NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Intervetîonîstîsche Lînke û gelek tevgerên çep û siyasetmedarên Elman, duh çalakiyek lidar xistibûn. Çalakiyên bi heman armancê wê di nava vê hefteyê de jî werin lidarxistin. Platforma bi navê StoppErdogan wê îro û roja Duşemê bi beşdariya parlamenter û hiqûqnasan du panelan lidar bixin.

Panela îro ya li Berlînê wê li ser mijara; êrîşên li dijî HDP'ê û tesfiyeya demokrasiya parlamenter a li Tirkiyeyê pêk were. Panel wê Munzenbergsaal îm ND-Gebaude ya li navnîşana Franz-Mehrîng-Platz 1 Berlînê bê lidarxistin û saet di 19:00 de dest pê bike. Serokê Rûmetê yê HDP'ê û Parlamenterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterê federal ê Partiya Çep (Dîe Lînke) Andrej Hûnko wê weke qiseker beşdarî panelê bibin.

Di vê panelê de, ku ji Weqfa Rosa Luksembûrgê wê Dr. Katja Hermann moderatoriya wê bike, wê tesfiyekirina sîstema demokratîk li Tirkiyeyê, wateya vê yekê ji bo mûaxlefeta li Tirkiyeyê û cîhana Rojava bê nirxandin. Her wiha bûyerên gengaz ên di mehên pêş de li Tirkiyeyê biqewimin, stratejiya têkoşînê ya HDP'ê li dijî tesfiyekirina demokrasiyê, rejîma AKP hewl dide ava bike û hewldanên hêzên koçber ên Tirkiyeyî-Koçber û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê bên nirxandin.

Roja 13'ê Kanûnê jî wê li navnîşana Werkstatt Der Kuluren Der Welt, Wissmannstrasse 32 Berlînê çalakî bê lidarxistin û endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxawz Faîk Ozgur Erol, ji Komeleya Parêzerên Komarger ên Elman Franzîska Nedelmann û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasan ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Ewropayê (EKDM) Thomas Schîdt wê baxifin.

Hiqûqnas wê binpêkirina hiqûqa li Tirkiyeyê ji Tîrmeha 2015'an û vir ve, ku Erdogan li dijî Kurdan dest bi şer kir, binirxînin.