Li Parqa Geziyê forum

Li Parqa Geziyê forum

Kesên li Parqa Gezî ya Taksîmê tevli foruman dibin, der barê berxwedana Parqa Gezî û pirsgirêkên veguhestinê yên bajar de û gelek mijarên din de axivîn.

Welatiyan li Parqa Gezî kursiyên serbest avakirin û forum pêk anîn. Di saetên êvarê de nêzî 200 kesî hatin cem hev û ji bo ku nêrînên xwe îfade bikin mafê axaftinê girtin û di kursiyê de axivîn. Di forumê de berxwedana parqa Gezî, pirsgirêka veguhestinê, bacên bilind, geşedanên li Misirê û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin. Welatiyên mafê axaftinê girtin da zanîn ku divê li hemû taxên Stenbolê forum pêk bên. Forumê heta derengiya şevê bi nîqaşan berdewam kir.