Li Parlementoya Danîmarkayê li ser êrîşên HDP’ê civîn

Li Parlementoya Danîmarkyê di hevdîtina li ser pêşniyarpirsa têkildarî girtina wekîlên HDP’ê û rojnamegeran de, daxwaz kirin ku girtî bên berdan.

Parlementoya Danîmarkayê li ser pêşnûmepirsa Partiya Enhedslîsten hevdîtin kir. Parlementoya ku duh ji bo pêşnûmepirsa li Tirkiyeyê girtina parlementerên HDP’ê û rojnamevanan, lêkolînakirina îxlalên mafê mirovan û demokrasiyê civîna hate lidarxistin, di rûniştina îro de biryarek derket holê.

Ji derveyî Partiya Gel a Danîmarkayên rastgirên nîjatperest bi piştgiriya hemû partiyan di meta ku hate er ê kirin de, daxwaz ji Tirkiyeyê hate kirin ku hişyarkirina Tirkiyeyê, û têkildarî mijara ku bi lezgîn parlemeter û rojnamevan berdin hevdîtin bên kirin.

Parlementerê Partiya Enhedslîsten Nîkoloj Vîllûmsen ê têkildarî pêşnûmepirsê axivî diyar kir ku wê Wezareta Karê Derve mijarê bişopîne. Vîllûmsen destnîşan kir ku li bendêne bi lezgîne ev biryar bikevin meryetê.