Li parlamentoya Swêdê bûyerên li Tirkiyeyê hat nîqaşkirin

Li parlamentoya Swêdê bûyerên li Tirkiyeyê hat nîqaşkirin

Li Parlamentoya Swêdê di runiştina ku têkiliyê Swêd û Yekitiya Ewropayê hatin dest girtin de,nûnerên Polîtîkayên Derve yên Partiyên Keskan, Demokratên Xiristiyan û Navendê bûyerên Tirkiyeyê jî nîqaşkirin.  Balkişandin ser berxwedana li Tirkiyeyê û êrîşên polîsan û bang li Wezîrê Karê Derve Carl Bîldt û hikûmeta Swêdê hat kirin ku êrîşa polîsan li dijî azadiya xwepêşendanan protesto bikin.

Berdevkê Polîtîkay Derve û Parlamenterê Partiya Keskan Bodîl Cebellos got ev 12 roje li Tirkiyeyê bûyer didomin û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 4 hezar kes birîndar bûne. Cebellos got  xwepêşendêrên ku li dijî çêkirina navenda danûstendinê ya li qada Taksîmê tê çêkirin serî hildane rastî êrîşa tund hatine û niha li welat li dijî Erdogan çalakiyên protestoyî pêk tên.

Cebellos got ciwan pêşengiya çalakiyan dikin û got: “Divê kal û pir guh bidin ciwanan. Em kesê welatên Ewropayê divê ciwanan guhdarî bikin. Tirkiye her diçe berbi rejîmeke otorîter diçe.

Cebellos da zanîn ku Erdogan ji bûyerên welatên cînar dersê nagire û mudaxaleyê jiyana gel dike. Cebellos got têkiliya tirkiyeyê û Swêdê baş e lê ev tişta ku Tirkiye dike binpêkirina mafane û wiha pê de çû: “Em nizanin wezîrê karê derve Carl Bîldt bi Erdogan re hevdîtin kiriye an na. Welatekî ku dixwaze bibe endamê Yekitiya Ewropayê divê tiştên wisa qebûl neke.

AŞTIYEKE MAYÎNDE DUR XUYAYE

Li ser navê partiya Gel parlamenter Îsmaîl Kamîl axaftinek kir û got: “Ji bo Tirkiye bibe endamê Tirkiyeyê divê hêj pir rê bimeşe. Beriya her tiştî divê li hemberî azadiya fikr û ramanê rêzdar be. Ligel ku desthilatdariya AKP’ê hinek pêngav avêtin jî, aştiyeke mayînde hêj gelek dure.”

Berdevkê polîtîkaya derve ya Demokratên Xiristiyan Desîrre Pethrus got bi salan Tirkiye li bende endamtiya YE’yê û got: “lê pêvajoya reforman hêdî bûye.   Ji bo endamtiya yekitiya Ewropayê Tirkiye reforman nake. Li Tirkiyeyê hêj gelek rojnameger di girîgehan de. Rewşa niha ya Tirkiyeyê li ber çavane. Daxwazên kurdan hêj nehatine dayîn.”

Wezîrê demokrasî û yekitiya Ewropayê Bîrgîtta Ohlsson jî got bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê fikaran zêde dike û got beriya ku Tirkiye ji bo endamtiya YE’yê bê qebûlkirin divê reformên xwe bike jiyanê.