Li Parlamenta Ewropayê Konferansa Êzidî tê lidarxistin
Li Parlamenta Ewropayê Konferansa Êzidî tê lidarxistin
Li Parlamenta Ewropayê Konferansa Êzidî tê lidarxistin
Parlamenta Ewropa, wê di 19'ê Mijdarê de ji Konferanseke Êzidiyan re mêvandariyê bike. Di konferansê de wê gefa li civaka Êzidî tê xwarin û kar û barên li dijî vê gefê, werin nîqaşkirin.
Parlamenta Ewropa ji konferanseke din re jî mêvandariyê dike. Rewşa Kurdên Êzidî yên bi trajediya piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê ketin rojeva raya giştî ya navneteweyî, wê li Parlamenta Ewropayê bi konferansekê bê nirxandin.
Konferans, wê bi mêvandariya Ana Gomes a ji Koma Sosyalîst-Demokratan pêk were û di nava amadekarên konferansê de Partiya Demokratîk a Gelan, Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê cih digirin. Estîtuya Kurd a Brukselê jî destekê dide konferansê.
Konferans wê di 19'ê Mijdarê de bi axaftina vekirinê ya Ana Gomes saet di 17:00 de destpê bike û piştre bimoderatoriya Josef Weidenholzer ê ji koma Sosyalîst-Demokratan, panel were lidarxistin.
Di panelê de wê serokê Yekîtiya Akademîsyenên Êzidî Şefîk Tagay, li ser rewşa Êzidiyan a di rêveçûna dîrokê de axaftinekê bike.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) Alî Atalan jî wê di mijara naskirina statuya Kurdan de nirxandinekê bike.
Ji Nûnertiya Ewropa ya HDP'ê Eyup Dorû jî, wê dim ijara penaberên li Bakurê Kurdistanê de balê bikşîne ser berpirsyariya Ewropayê.
Di panelê de herî dawî wê ji Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Rîma Tuzun, li ser rewşa polîtîka a Asûrî-Suryaniyan axaftinekê bike.
Konferans li dû panel û pêşkêşiyan, wê bi pirs û bersivê bi dawî bibe.