Li Parîsê Yilmaz Guney hate bîranîn

Hunermend Yilmaz Guney li Parîsê li ser gora xwe hate bîranîn.

Hunermendê Şoreşger Yilmaz Guney ê li sirûnê jiyana xwe ji dest da, di 33’emîn salvegera mirina xwe de li Goristana Pere- Kachaîse ya li paytext Parîs a Fransayê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê ve destpê kir, di axaftinê hatin kirin de ev tişt hate gotin: “Yilmaz Guney da nîşandan ku bê ka hunermendek şoreşger wê çawe be û çawa bijî.”

Di bîranîna pankarta bi nivîsa “ Hunermedê Şoreşger Yilmaz Guneyê Nemir e” hete vekirin de, belavoka hevpar a CDK-F, ACTÎT, ADHK-Parîs, Partîzan, BÎR-KAR û Meclîsa Çand û Huner a Parîs TEV-ÇAND’ê hate xwendin.

Bîranîn bi xwendina helbest û şiîran ve bi dawî bû.