Li Parîsê xebatên ji bo hilbijartinê
Li paytexta Fransa Parîsê û herêma derdora wê, xebatên ji bo hilbijartinê bênavber dewam dikin.
Li paytexta Fransa Parîsê û herêma derdora wê, xebatên ji bo hilbijartinê bênavber dewam dikin.
Li paytexta Fransa Parîsê û herêma derdora wê, xebatên ji bo hilbijartinê bênavber dewam dikin.
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Fransayê, bi rêya komîsyonên hilbijartinê yên li herêman, her roj ji ber Navendên Civaka Demokratîk hilbijêran bi awayekî komî dibe Konsoloxaneya Parîsê.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinên Kurd a Navenda Civaka Demokratîk a Parîs Vîllîer le Bel û Drancy, bi qasî 100 jin bi konvoyê çûn dengdayînê. Însiyatîfa jinan dan xuyakirin ku divê Kurdistan û Tirkiye ji vê rejîma dîkta rizgar bibin û bang li hemû hilbijêrên li Fransayê dijîn kir ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Ekîbek ji aliyê koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê ve hatiye wezîfedarkirin, bi rêya lîsteyên hilbijêran di ser înternetê re bi hilbijêran re têkiliyê datîne û girîngiya hilbijartinê vedibêje.
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Fransayê da xuyakirin, ku ji ber dawiya hefteyê li konsoloxaneyan gelek mirov tên dengdayînê, ji hilbijêran xwest ku di nava hefteyê de û rojek beriya rojekê biçin konsolosxaneyan û dengê xwe bi kar bînin.