Li Parîsê ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn

Li Parîsê ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn

Li paytexta Parîs a Fransayê ‘çalakiya bîranîna şehîdên meha Cotmehê’ hate li darxistin.

Çalakiya ku li Parîsê li salona Villiers Le Bel Etoule hate li darxistin, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo yên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Baz Qewm ku axaftina vekirinê kir diyar kir ku tevgera PKK’ê ‘tevgerekî şehîdane’. Qewm ku bal kişanse ser tekoşîna gelê Rojava ku bi bedel û fedekariyên mezin li tekoşîna xwe dimeşîn wiha got: “Ji bo em hêjay şehîdên xwe bibîn ew jî li ser xeta wan bi meşîn dibe.”

Baz Qewm diyar kir ku malbatên gerîla yên li Fransayê wê sazîbûyîna xwe çêbikin.

Di şevê de peyama Meclisa Ciwanan ya şehîd Mûslum Dogan a li Parîsê û Koma Hunera Dersimê a Jina li Parîsê şanoyekî li ser komkujiya Roboskî û Parîsê pêşkeş kirin.

Nûnerê MLKP’ê yê ku di şevê de axivî got ku: “ Em hemû rêhevalên ku di tekoşîna serketina pêşerojê de şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînîn.”

Di dema nîşandana sînevîsyona li ser jiyana gerîlan de temeşavan demên hestiyane jiyan.

Şev bi guhdarkirina Hozan Sara û Ulaş Kelaşîn bi dawî bû.