Li Parîsê salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku li eywaneke konferansê ya Montreûlê hate lidarxistin, diyarî berxwedana Rojava hate kirin.

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku PKK bûye tevgereke civakî. Aktaş got ku “Salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê bila li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîd û gerîlayan û li gelê me yê li Ewropayê pîroz be. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê xwedî li PKK’ê hate derketin. Êdî tu tişt nikare li pêşiya vê têkoşînê bisekine.”

Hevseroka Partiya Çep Danîelle Sîmonne, Alîkarê Serokê Giştî yê ÛDÎ Erîc Chall, Rêveberê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Janne Marîe Dûsen, Berdevkê Neteweyî yê Partiya Keskan Sandra Rîgol jî di nav de gelek siyasetmedar tevlî pîrozbahiyê bûn û peyam dan.

Comerd, Serhado, Mîkaîl Arslan, Xanemir, Koroya TEV-ÇAND’ê û Salt and Roots jî tevlî pîrozbahiyê bûn.