Li Parîsê Platforma Xwedîderketina li Efrînê hate avakirin

Plaftorma Xwedîderketina li Efrînê ya ku li Parîsê hate avakirin, bi dirûşma “Berxwedana Efrînê wê dawiya AKP’ê bîne” banga tevlîbûna çalakiya sibe bê lidarxistin kir.

Li paytexta Fransa Parîsê bi şîara “Her cih Efrîn e , her cih berxwedan e” Platforma Xwedîderketina li Efrîn ava kirin.

Platforma Xwdîderketina li Efrîn a bi hatina gel hev a HDK-F, CDK-F, TJK-F, ACTIT, ADHK, PYD-Fransa, BÎR-KAR, SKB, ODAK, FEDA, CÎK, DÎDF,Pazarcik, Elbîstan, Halkevî, SYKP, nûnerên Saziya Mala Çandê ya Sinemîlî ava kirî, daxuyaniyek nivîskî dan.

‘EM TESLÎM NABIN’

Platformê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Berxwedana gelê ma ya li dijî êrîşên bi hevkariya AKP/MHP’ê ya li ser Rojava û bitaybet li ser Efrînê di roja 7’an de dewam dike.

Şoreşa li Bakurê Sûriye ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bûye garantiya jiyanê, li dijî êrîşên hêzên faşîst, hov û paşverû têkoşîna yekbûyî ya şoreşgerî ya enternasyonalîst derxistiye û bi têkoşîneke mezin, di encama ked û fedekariyê de hatiye avakirin û zindî bûye. Gelê me wê vê pêngava şoreşgerî ya mezin di serî de ne ji dewleta Tirk a mêtînger û ne jî ji ti hêzên emperyalîst re nahêle û teslîm nabe.

Çawa bi serkeftina Kobanê re di aliyê siyasî û leşkerî de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin, wê bi şerê Efrînê re wê faşîzma TC a dagirker û hemû çeteyên wê bin ax bike û bi dawî bike.

Bi vê boneyê em weke welatparêz, sosyalîst, şoreşger û hêzên demokratîk ên li Fransayê dijîn, Plaftorma Xwedîderketina li Efrînê ava dikin, em ê bi her cûre awayî li dijî faşîzmê çalakiyên xwe gur û geş bikin.”

Her wiha platformê ji bo meşa sibe saet 14:00’an li Qada Repûblîqeyê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.