Li Parîsê PEJ hat protesto kirin

Li paytexta Fransa Parîsê tevlîbûna Partî Egalîte Jûstice (PEJ) ya ji bo hilbijartinên giştî yên 11-18'ê Hezîranê ku pêk were, hat protesto kirin.

Li Parîsê Kurdistanî û dostên wan, tevlîbûna dûvelingê AKP'ê Partî Egalîte Jûstice (PEJ) a ji bo hilbijartinên giştî ku 11-18'ê Hezîranê pêk were, protesto kirin. Partî Egalîte Jûstive ku dûvelîngê AKP'ê ye zêdetir  li herêmên Alsace-Lorraîne xwe bi rêxistin dike. Herî zêde li ser DİTİB'ê xwe birêxistin dike û weke partiyekî mikro a AKP'ê ye.

PEJ xwe amade dike ku li hermên Fransa bi 52 namzetan tevlî hilbijartinên giştî yên di 11-18'ê Hezîranê de pêk were dike. Li herêma SArcelles a Parîsê ya 95. de namzetiya Ayşenûr Çatakli ya ji bo PEJ'ê tevlî hilbijartina bibe hat prosteto kirin.

Endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê, Komunîstên Fransa, nûnerên Partiya Sosyalît û nûnerên Komela Pîr Sûltan Abdal a Parîsê li pêşiya Gara Sarcellesê lihev civiyan û li dijî Ergdogan û AKP'ê dirûşme avêtin.

Di axaftinên di çalakiyê de hatîn kirin de ji hikûmeta Fransa hat pirsîn ku zihniyeketî ku piştgiriya DAIŞ'ê dike çawe weke partî dikare tevlî siyaseta Fransa bibe.

Çalakî bi dirûşmeyên 'Em rê nadin Faşîzmê' bi dawî bû.