Li Parîsê panêla Komkujiya Mereşê

Li Parîsê panêla Komkujiya Mereşê

Bi wesîleya 35. salvegera Komkujiya Mereşê li paytexta Fransa Parîsê panêlek hat lidarxistin.

Li Komeleya Pazarcixiyan a li banliyoya La Courneuve ya Parîsê, duh bi organîzeya FEDA'yê panêlek hat lidarxistin û Hevserokê FEDA'yê Alî Koyluce, rojnamevan nivîskar Ronahı Pazarcix, nivîskar Îrfan Dayioglû, Pîr Riza Yagmûr û şahidên Komkujiya Mereşê beşdar bûn.

Panêl li dû deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Mereşê û cangoriyên têkoşîna azadiyê bi axaftina Hevserokê FEDA'yê destpê kir.

Koyluce da xuyakirin ku li hemberî Elewiyan bi taybetî jî Elewiyên Kurd her tim polîtîkayên qirkirin û komkujiyê hatine meşandin û destnîşan kir ku dema komkujiya Mereşê lê rû da di heman demê de dema jinûve avabûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû.

Koyluce got, "Bi armanca koçberkirin û asîmîlekirina hemû Kurdên Elewî, hêzên çep çepgir, ev komkujî hat kirin."

Nivîskar Ronahî Pazarcix jî komkujiyên dewletê yên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan bibîr xist û got, "Elewî timî ji aliyê sîstema faşîst ve weke xeteriya potansiyel hatiye dîtin, destpêkê di komkujiyan re hatine derbaskirin, dûre jî yên mayî rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatine." Ronahî Pazarcix jî bal kişand ser şert û mercên Komkujiya Mereşê tê de rû da û got, "Yek ji herêmên ku di serdemên destpêkê yên tevgera azadiyê ya Kurd de herî zêde jê sempatîzan û kadro derketi Mereş bû. Ev komkujî hînê di destpêkê de ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd û avakirina bingehek ji cûntaya leşkerî hat kirin. Komkujî ji aliyê DYA, Gladyo û dewleta kûr ve hat organîzekirin."

Ronahî Pazarcix destnîşan kir ku ji bo hesabpirsîna ji komkujiyên li hemberî Elewiyan û Mereşê hatine kirin, pêwîste rêxistinbûyîn were xurtkirin.

Li dû axaftinan sînevîzyonek li ser komkujiya Mereşê hat nîşandan û panêl bi pirs û bersivan bi dawî bû.