Li Parîsê li dijî tecrîdê stand hate vekirin

Li paytext Parîs a Fransa ji bo bal kişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin stand hat vekirin.

Li paytext Parîs a Fransa bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ji bo bal kişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin standa du rojî ya agahdar kirinê hat vekirin.

Bi vekirina standa li Qada Chatelet a ku bal hat kişandina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di derbarê faşîzma li Tirkiyê û dagirkeriya Efrînê de jî belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin.

Di standa tevaya rojê belavokên agahdarkirinê tên belavkirin de, wê sibe jî ji bo boykot kirina berhemên Tirk û turîzma Tirk li pêşiya avahiya şaredariyê çalakî bê lidarxistin.