Li Parîsê ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê

Li Parîsê ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê

Li paytextê Fransa Parîsê bi armanca piştevaniya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re çalakiyek hate li darxistin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Çand û Hunera Kurd ya li Parîsê li Komeleya Çand û Hunerê ya Engîn Sîncer Drancy pêkhat. Çalakî bipanela siyasetmedarên Kurd Ronahî Pazacik û A. Kaya weke axaftvan destpêkir. Di panela ku rewşa siyasî ya Rojava hate nirxandin de, hate gotin ku, piştgirî dayîna Rojava berpirsyartiyekî netewî ye.

Piştî panelê Koma Rojbîn ya folklorê derket ser dikê. Koma Heja ya şanoyê jî, lîstikekî komkujiya Roboskiyê vedibêje lîst.

Çalakiya ku pêşbirkvanên tevlî Mîhrîcana li Fransa û Almanyayê bûn jî cih girtin, komên muzîkê Koma Heyst û Car, Hozan Marûf, Hozan Cîhan û Maşalah Kelaşîn derketin ser dikê û bistranên xwe girse coşandin.

Rayedarên Meclisa Çand û Huner ya li Parîsê dane diyarkirin ku, ew dê çalakiyên bi vî awayî yên piştevaniyê berdewam bikin, dahat ku ji çalakiyan tê ew dê ji gelê Rojava re bişînin.