Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan meş hate lidarxistin

Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo balkişandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî meş hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad li Parîsê meşa “Ji Ocalan re azadî” hate lidarxistin.

Kurdistanî di saet 17.00’an de li ber Gar de l’Estê kom bûn û bi pankartên “Azad Bike” û “Ji Ocalan re azadî” dest bi meşê kirin.

Di meşê de Kurdistaniyan dirûşmên “Bêyî Serok Jiyan Nabe” û “Ji Ocalan re azadî” berz kirin û belavokên têkildarî tecrîda giran a li ser Ocalan belav kirin.

Dema hatin qada Stalîngradê mîtîngek hate lidarxistin. Yilmaz Kobanê di mîtîngê de axivî û got:“Rêbertiya Gel a Kurdan 20 sal in li Îmraliyê li ser navê Kurd û Kurdistanê li ber xwe dide û îro jî Rojhilata Navîn di serî de bûye hêviya aştî û azadiyê ya mirovayetiyê. Faşîzma Tirkan li hemberî Rêbertiyê têk çûye û li ser Rêbertiyê faşîzmê dike.

Hemû destkeftiyên li çar parçeyên Kurdistanê bi saya Rêbertiyêye, ji niha û şûn ve ti tişt ji azadiya Rêbertiya me ne girîngtir e. Li ser vî esasî divê li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ciwanên Kurdan ji bo azadiya Rêbertiyê jiyana bidin sekinandin û dest bi çalakiyan bikin.”

Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.