Li Parîsê di doza DHKP-C’ê de 7 sal cezayê girtîgehê
Li Parîsê di doza DHKP-C’ê de 7 sal cezayê girtîgehê
Li Parîsê di doza DHKP-C’ê de 7 sal cezayê girtîgehê
Di doza Îstinafa Mehkemeya DHKP-C’ê de 15 kesên ku dihatin lêpirsîn kirin cezayê girtîgehê yê 7 salan hate dayîn.
Di Dadgeha Îstinaf a ku biryara cezakirinê dayî li gel biryara Dadgeha Ceza a Parîsê ku di 20’ê Kanûna 2012’an de hatiye dayîn hev digire.
Di derbarê 15 sucdarê ku di vê dozêde tên dadgeh kirin bi tewanbariya “bi hewildanên derxistina pirsgirêkan suc kirin û çêkirina rêxistinekî terrorist” cezayê girtîgehê herî kêm du sal şeş mehan heya digehe 7 salan hate dayîn. Di dadgehê de tenê cezayê tu sucdaran hate sivik kirin.
Di nava yên hatin ceza kirin de berpirsê DHKP-C’ê yê Fransa ku tê îdîakirin Îlker Alcan jî di navdaye.
Li gorî nûçeya AFP’ê parêzerê kesê ku weke endamê duwemîn yê DHKP-C’ê tê nasîn Thibaut Rouffiac got ku muwekîlê wî û Alkan tevlî rûniştinê ne bûne. Di derbarê herduyan de biryara navnetewî a girtinê heye.
Ji parêzerên parastinê Julien Pignon nerazîbûna li hemberî biryara dadgehê ku “nayê famkirin” nîşa da. Pignon bi bîr xistin ku demên pêştir di dozekî a PKK’ê de ku dişibin hev tenê cezayê çend mehan yê paşda xistinê dabû.