Li Parîsê coşa sala 36’an!
Li Parîsê coşa sala 36’an!
Li Parîsê coşa sala 36’an!
Pîrozbahiyên 36’emîn damezrandina PKK’ê li Parîs û herêma Ile De France di 28’ê Mijdarê de bi bernameyên ku pêk hatin start da. Li herêma Evry ve Sarcelles şeva Înê di pîrozbahiyan de bi hezaran Kurd amade bûn û bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyên ku ji aliyê navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy, Villiers Le Bel û Parisê ve hatin organîzekirin li Sarcelles li salona EspaceVenise pêk hat. Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahiyê dan.
Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK’ê, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin û her wiha bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Koma 84’an derket ser dikê.
Koma 84’an stranên xwe yên Kurdî gotin û piştre jî Koma Armanc a ku ji zarokan pêk tê û reksên gelerî dilîzin derketin ser dikê. Gel eleqeyek mezin nîşan da û govend gerandin. Seyîdxan, Xelîl Xemgîn, Heme Hecî Şararoj derketin ser dikê.
Her wiha bi rêya sînevîzyonê axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hat temaşekirin û di axaftinên ku li salonê hatin kirin de dîroka PKK, şehîd û Rojava hatin nirxandin. Di axaftinan de hat gotin ku berxwedana Kobanê ruhê PKK’ê ye.
Pîrozbahiya ku heta derengiya şevê berdewam kir, Mîr Muzîk, Weşanên Mezopotamya, Heyva Sor, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê standên xwe vekirin. Her wiha MLKP’ê jî standan xwe vekir.