Li Parîsê ciwanan starta çalekiyên 9’ê Çile dan

Li Parîsê ciwanan starta çalekiyên 9’ê Çile dan

Ciwanên Kurd yên ku îro li paytextê Fransa Parîsê çalekiyek li darxistin, starda çalekiyên ji bo salvegera qetil kirina jinên siyasedmedar yên kurd dan.

Heya çalekiya herî mezin a ku wê di 11’ê Çilê de destpê bike, ji bo çalekiyên protestoyê yên li gelek navendan pêk were starda wê îro bi meşa ciwanan destpê kir. Di meşa meşalelî a ku li Meydana La Republique a Parîsê destpê kir de bi sedan ciwanan posterên 3 jinên siyasetmedar yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Ciwanên ku li pişt pankarta li ser “Li vir li Parîs hatîn qetil kirin-hun dizanin?” nivîsî kom bûn heya pêş Buroya Enformasyonê a Kurdistanê ku komkujî lê pêk hatî meşiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtina ku li vir pêk anîn şûnde Serokê Akademiya Çand û Hûnerê a Kurdistanê Murat Ceylan axaftinek kir. Ceylan di axaftina xwe de diyar kir ku li rexmê di ser boyerê re salek jî derbaz bûye hîne ne hatiye zelal kirin ew şermezar dike û got ku wê hesaba vê bê pirsîn. Ceylan hemû kurd vexwendine meşa mezin a ku di 11’ê Çile de li Parîsê pêk were kri.

Çalekî bi tîlîlî û dirûşman bi dawî bû.