Li Parîsê Cem a Xizir

Li Dergaha Elewî ya Pîr Sûltan a li Parîsê duh Cem a Xizir hat çêkirin. Cem li eleqeyeke mezin rast hat. Bi sedan canên Elewî û dostên wan beşdarî cemê bûn. Li posta Pîr Pîr Riza Yagmûr, Pîr Alî Balî û dayika herî temendirêj a cemê, rûniştin.

Li Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan a FEDA, ku di 25'ê Çileya 2015'an de li Parîsê hat vekirin, Cem a Xizir hat çêkirin.Cem li eleqeyeke mezin rast hat. Bi sedan canên Elewî û dostên wan beşdarî cemê bûn. Li posta Pîr Pîr Riza Yagmûr, Pîr Alî Balî û dayika herî temendirêj a cemê, rûniştin. Rêbertiya cemê jî ji aliyê nivîskar Îrfan Dayioglû ve hat kirin. Pîr Alî Balî bi gulbangê beşdar rêzgirtina ji bo cangoriyên di rêya Elewiyên Sersor û azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, bû.

Piştî silavkirina beşdarên cemê û girseya gel, Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu yê weke mêvan ji bo hilbijartinê hat Parîsê axivî. Kurkçu di axaftina xwe de got, "Ji bo me gelekî girîng e ku di rojeke bi vî rengî de em li gel we dostan dicivin." Kurkçu diyar kir ku divê Elewî, Kurd, Tirk, karker, gundî, kedkar her kes bi serbilindî, bêyî tirsê bi awayekî azad îbadeta xwe bikin û bi nasnameya xwe bijîn û got, "Rêya Elewî, çanda û efsaneyên Elewiyan di têkoşîna maf de rêya her kesî ronî dike."

Li dû axaftinên pîran cem bi belavkirina pariyan û qurbanên Xizir bi dawî bû.