Li Parîsê çalakiya kon a ji Ocalan re azadî

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 10 rojan destpê kir.

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 10 rojan destpê kir.

Çalakiya ku li ser banga Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) saet 10:00’an li Qada Repûblîqûeyê destpê kir. Konê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatin daliqandin, rastî eleqeyeke mezin hat.

Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi bîr xistin ku ji meha Nîsana sala 2015’an ve ne malbat ne jî heyetan bi Ocalan re hevdîtin kirine. Çalakvanan wiha anîn ziman: “Heta ku Rêberê me yê di bin tecrîdê de azad nebe wê çalakiyê me dewam bikin.” Çalakvanan peyamên mîna, “Azadiya Ocalan, tê wateya azadiya gelê Kurd” dan.

Çalakî bi xwendin û belavkirina belavokan dewam dike.

Çalakiya ku ji aliyê CDK-F’ê hate organîzekirin ji aliyê navendên civaka Kurd ên demokratîk, saziyên baweriyê jî hat piştgirîkirin. Çalakî wê 10 rojan saet di navbera 10:00-17:00’an de li Qada Repûblîqûeyê pêk bê.

 

...