Li Parîsê çalakiya ji Ocalan re azadî

Saziyên Kurd ên li Parîsê xebatan dide meşandin, bi daxwaza azadiya Ocalan îro bi çalakiya dayî destpêkirin banga beşdariya xurt ji bo çalakiya 24’ê Hezrîanê bê lidarxistin kirin.

Kurdistaniyên ku di saet 11:00’an de li Qada Chatelest Le Halles a paytext Parsî a Fransayê kombûn, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, standa agahdarkirinê vedan.

Çalakiya di pêşengtiya endamên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs û Meclîsa Vîllerneûve Saînt Georges hate lidarxistin de, dowîz û pankartên li ser “Ji Ocalan Re Azadî” hatibûn nivîsandin hildan, têkildarî tecrîga girankirî ya li ser Ocalan tê pêkanîn belavok hatin belavkirin.

Hevserokên NCKD a Vîllerneûve Saînt Georges û Parîsê Şûkran Akdogan û Mahmût Han, diyar kir ku çalakiya bi armanca azadiya Ocalan lidar xistine wê heta 23’ê Hezîranê her roj saet 11:00 heta 17:00 bidomînin.

Hevserokan anî ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomînin û bang li hemû Kurdistanî û dostê wan ên li Parîs û derdorî wê kirin ku bi awayekî xurt beşdaîr meşa “Ji Ocalan Re Azadî” ku tê plankirin ku 24’ê Hezîranê li Parîsê bê lidarxistin kirin.