Li Parîsê çalakiya edaletê vê hefteyê jî berdewam kir
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê jî berdewam kir.
Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê jî berdewam kir.
Li paytexta Fransa Parîsê, di 9'ê Çileya 2013'an de 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê ya ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger vê hefteyê jî berdewam kir.
Çalakiya edaletê ya ku di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê de hate lidarxistin, Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.
Jinên Kurd li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurd kom bûn a ku her sê jinên Kurd ên şoreşger lê hatibûn qetilkirin. Jinan li vê derê ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz girtin û kulîlk danîn cihê bûyerê.
Çalakiya edaletê bi banga ku bila Fransa qetlîamê ronî bike, bi dawî bû.