Li Parîsê ber bi Wezareta Edaletê ve meş
Li Parîsê ber bi Wezareta Edaletê ve meş
Li Parîsê ber bi Wezareta Edaletê ve meş
Kurdistaniyên ku li Parîsê jiyan dikin bi daxwaza kujerên komkujiya roja 9’ê Çileyê ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan.
Li Parîsê bi daxwaza kujerên ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’êya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bêne dîtin, meşek hate li darxistin. Çalakiya em edaletê dixwazin ku her roja Çarşemê têkirin, îro ji ber ku bû 5 mehe komkujî pêkhatiye bi awayek cûda pêkhat.
Kurdistaniyên ku pankarta “5 mehe em edaletê dixwazin” ber bi Wezareta Edaletê ya Fransayê ve meşiyan û daxwaz kirin ku, kujer bêne dîtin. Nêzî 500 kes ji Buroya Enformasyona Kurdistanê ku cihê komkujî lê pêkhatî heta Wezareta Edaletê meşiyan.
Bidirêjahiya meşê sloganên “5 meh derbaz bûn, hêjan Kurd li edaletê digerin”, “Bila hêzên li pişt vê komkujiyê bêne derxistin” qîriyan.
Li ber Wezareta Edaletê mitîngek jî hate pêkanîn. Mitînga ku bi rêzgirtinê destpêkir, Serokê FEYKA Kurdistanê Mehmet Ulker axaftinek kir. Ulker da diyarkirin ku, li ser komkujiyê re 5 meh derbaz bûn û got, ew nizanin di derbarê hêzên li pişt vê komkujiyê lêkolînekyan jî xebatek heye yanna. Ulker destnîşan kir ku, rayedar neçarin daxuyaniyekê bidin Kurdan û got: “Bersûcekê binavê Omer Guney avêtine ber me. Dixwazin em bi vê îqna bibin. Heta ku hêzên li pişt vê komkujiyê neyên derxistin dê gelê Kurd li kolanan be. Eger ev komkujî neyên zelalkirin, wê demê dê gelê Kurd gûmanê ji edaleta Fransa bike.”
Ulker di axaftina xwe de balkişande ser nûçeya di kovara L’Express ya Fransî. Ulker weke din balkişande ser nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de behsa rolê komploya îstîxbaratê ya di girtina siyasetmedarê Kurd Adem Uzun û wiha berdewam kir: “Kurd nûnerên aştî û edaletê ne û dê van lêgerînên xwe jî berdewam bike. Ez bang li gelê Kurd dikim ku, şopdarê vê dozê jî bin.”
Ev axaftinên ku li ber wezareta edaletê ya Fransayê dihatin kirin, heyeteke du kesî jî dosyayek pêşkêşî wezaretê kirin. Çalakî bi sloganan bidawî bû.
Li aliyê din jî bidirêjahiya meşê di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ‘Ji Ocalan re azadî’ îmze hatin berhevkirin.