Li Parîs û Den Haagê ji bo Ocalan çalakî
Li paytext Parîs a Fransa û bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li paytext Parîs a Fransa û bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
PARÎS
Çalakiya li paytext Parîs a Fransayê ku ji bo azadiyar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin di roja 2’emîn de ye.
Endamên meclîsa navenda civaka Kurd a demokratîk a Vîllîers Le Bel, îro bi armanca bal kişandina ser Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Chatletes Le Halles a Parîsê standa agahdarkirinê vekirin.
Di çalakiya pankarta ji Ocalan re azadî hate lidarxistin de, bi sedan belavok hate belavkirin.
Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Bel SaniyeAyik axivî û wiha got: “Jiyan û tenduristiya Rêbertiya me li ser her tiştî re ye. Êdî ji vê saetê û şûnde heta ku Rêbertiya xwe azad bikin, divê ti Kurd di mal de nerûne. Eger ku Rêbertiya me azad nebe em jî azad nabin, em ê her rojê li qadan bin, divê Kurdistan û dostên wan jî li qadan bin.”
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo azadiya Ocalan çalakiyek lidar xist.
Di çalakiya belavokên Hollandî û Îngilîzî hate belavkirin de, hate diyarkirin ku divê bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne.