Li Parîs, Londra û Den Haag û Baselê çalakiyên ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin lidarxistin

Bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan li Parîs, Londra, Den Haag û Baselê çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS

Li paytext Parîs a Fransayê, çalakiya ji bo balê bikişîn ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di roja 3’emîn de didome.

Endamên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry û Creîl, li Qada Chatelet les Halles a Parîsê standa agahdarkirinê vekirin, bal kişandi ser tecrîda gireankirî ya li ser Ocalan.

Di çalakiya pankarta ji Ocalan re azadî xwst de, bi sedan belavok hatin belavkirin.

Endamên meclîsê ji bo azadiya Ocalan banga beşdariya xurt kirin û gotin: “Em ê her roj li qadan bin, ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê em ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.”

LONDRA

Kurdistaniyên ku li paytext Londra ya Îngilîstanê û derdorî wê dijîn, îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon pêk anîn.

Çalakiya kon a li Qada Trafalgar a Londrayê hate lidarxistin, wê heta 24’ê Hezîranê roja Şemiyê dom bike. Çalakvanên kul i qadê pankarta ‘Ji Ocalan Re Azadî’ vekirin, belavokên ku balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan balev kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya gelek belavok hate belavkirin de, daxuyanî hatin dayîn.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de, li pêşiya Parlementoya Kantonê ya li Marktplatzê çalakiya standê ya ku hatibû destpêkirin di roja 2’emîn de ye.

Di çalakiya belavokên bi zimanê Elmanî hate belavkirin de, welatiyên Swîsreyî eleqeyek mezin nîşan dan.

Di standa ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, agahdarkirin hate kirin. Di çalakiya dirûşma “ Ji Ocalan Re Azadî” hate qîrkirin de, wê sibehê jî dewam bike.