Di panelê de ku Nûnera Polîtîkayên Derve ya Partiya Çep a Swîsre ya Ûppsala Yekbûn Alp bi rê ve dibir, weke qiseker Parlementera HDP’ê Tûba Hezer Ozturk, Rojnamevan- Nivîskar Kûrdo Baskî, Rojnamevan Joakîm Medîn beşdar bûn û têkildarî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin nirxandin kirin.
Tûba Hezer diyar kir ku darbeya esasî ne 15’ê Tîrmehê li Tirkiye qewimî, piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ji aliyê Erdogan û AKP’ê ve li dijî HDP’ê û Kurdan hate lidarxistin.
Hezer bi bîr xist ku tevî hemû astengiyan jî HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de ji sedî 13’yê dengan bi destxist û bi 80 parlementeran beşdarî parlementoyê bû, Erdogan ê ku ev hezim nekir pêvajoya aştiyê bi dawî kir, bajarên Kurdistanê şewitand û hilweşand, darbe li dijî vîna gel kir.
Ozturk destnîşan kir ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî di nav de 11 parlemeter tevî li dijî distûra bingehîn û qanûnî hatin girtin, rêveberên şaredariyên HDP’ê hatin girtin û li şûna wan qeyûm tên bicihkirin. Ozturk diyar kir ku Erdogan dizanî wê darbe bibe, lê mudaxele nekir, darbe weke fersendekê bi kar anî û li dijî hemû deng û rengên cûda dest bi êrîşan kir, rewşa niha ya li Tirkiyê mînaka herî zelal û vekirye.
Rojnamevan- Nivîskar Kurdo Baksî jî diyar kir ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, darbeya 15’yê Tîrmehê bi xwe amadekir, piştre jî weke serokekî yê pêşî li darbeyê bigire derket meydanê û bi wî rengî da nîşandan.
Kurdo Baksî bi bîr xist ku beriya wê lîsteya kesên bên girtin amadekiribû, di demkî pir kin de bi deh hezaran kes di nava çend rojan de hatin girtin û ji erka wan hatin dûrxistin, ev da nîşandan ku ev darbe bi destê Erdogan hatiye amadekirin, piştî darbeya 15’yê Tîrmehê û şûn de di serî de li dijî Kurdan û hemû beşên muxalîf êrîş li dar xist.