Li Osloyê ji bo Rojava meşa piştgiriyê
Li Osloyê ji bo Rojava meşa piştgiriyê
Li Osloyê ji bo Rojava meşa piştgiriyê
Li Oslo roja Şemiyê bi sedan Nurd û Norwecî ji bo piştgiriyê bidin destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li dijî herêmên Kurd pêk tên şermezar bikin meşiyan.
Meşa piştgîriyê kû ji aliyê Komela Çanda Kurdistan ya Oslo ve pêk dihat, gelek rêxistinên din yên Kurdistanî û Partiya Sor a Norwec (RØDT) jî piştgirî dan. Her çend ku rewşa hewayê gelek sar bû, gel li navenda Oslo li ber deriyê Sentral Stasjonê kombûn û li vir heta ber derê Parlementoyê meşiyan.
Di meşa Kurdistaniyan ya ku di nav cadeya herî qelebalix a Osloyê de derbaz bûn, bi alên rengareng yên wekû Desteya Bilind ya Kurd, Tev-Dem, YPG, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala KCK, û pankartên ku bi norwecî, ji bo rejima Esad û Çeteyên terrorîst yên Tirk re na, Aşitî li Kurdistan, Tirkiye destê xwe li axa Kurdistan bikişîne, Em piştgîriyê didin gelê Rojava û gelek nivîsên din hatin rakirin elaqeyek mezin dît. Her wisa posterên gelek kesên ku vê dema dawî bi taybet li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dane diyar bûn. Sloganên ”na ji bo şer, Kurdistanê de aşîtî, na ji bo rejima Esad, na ji bo terorîstên Erdogan hatin qêrin.
Li ber derê Parlementoyê mitîngek pêk hat û li vir despêkê ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê bi sirûda ”Ey Reqîb” rêz hate giritin û piştre li ser navê Meclisa Gel a Oslo Dilêr Akreyî axaftinek kir. Akreyî di peyama xwe da anî ziman ku, gelê Rojava bi hemû awayî pêwîstiya gelê Kurdistan heye û xwedî derketina Rojava ji xwedî derketina Kurdistanê.
Li ser navê PYD’ê Serbest Elî jî axaftin kir û li ser rewşa dawî a Rojava hinek agahî parvekirin û her wisa li ser topbarana li dijî taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd in agahî dan û ew êrîş şermezar kir. Serbest anî ziman ku, serkeftina gelê Rojava girêdayî li xwedî derketina gelê Kurdistanê û em gerek hemû destkeftiyên Rojava bi dil û can biparêzin.
Li ser navê partiya Sor (Rødt) a Norwec, ku serokê wan Bjørnar Moxnes (bi kurdî: Byörner Moksnes) û gelek endamên wan jî beşdarê çalakiyê bûn, berpirsê ciwanan a wê partiyê Serher Aydar ku eslê xwe jî Kurde axaftinek kir û anî ziman ku, ew wekû Partiya Sor bi hemû hêza xwe destekê didin gelê Kurd li Rojava. Serher her wisa rexneyên tund li bêdengiya hukumeta Norwec kir û anî ziman ku, Norwec çekan difiroşe Tirkiyeyê û bi wan gelê Kurd dikujin. Di berdewamiya axaftina xwe da Serher got ku, di dema pêşîya me li Norwec hilbijartina Parlemanê heye û eger ew wekû partî bêne hilbijartin, vê mijara gelê Kurd hertim bînin rojeva meclisê û di dawiyê axaftina xwe da got ku ew dê hertim bal gelê Kurd bin û bijî Kurd û Kurdistan.
Di berdewamiya mitîngê da peyama KNK ji aliyê Refîq Xefur, li ser navê YNK’ê Hindirîn Kerîm û ya Tevgera Goran Muhemed Qeredaxî ve hatin pêşkêş kirin. Di wan peyaman da hate ragihandin ku, destkeftiyên gelê rojava gereke hemû gelê Kurdistan lê xwedî derkeve û serkeftina Rojava klîta çareseriya hemû beşên Kurdistanê ye.
Mîtîng bi sloganên wekû “Ji bo şer na, ji bo rejimên dîktator wekû Esad û Erdogan re na, em serhildana Rojava silav dikin” hatin gotin û bi dawî bû. Her wisa hate ragihandin ku, dê ji bo şermezarkirina 15 Sibatê roja Komploya Navnetewî dê roja Şemî roja Şemî di 16’ê Sibatê de li Oslo çalakiyê li darxînin.