Li Osloyê çalakiya ji bo Ocalan û Rojhilatê Kurdistanê
Li Osloyê Kurdistanî û dostên wan, ji bo Ocalan û Rojhilatê Kurdistanê çalakî li dar xistin.
Li Osloyê Kurdistanî û dostên wan, ji bo Ocalan û Rojhilatê Kurdistanê çalakî li dar xistin.
Li paytexta Norwecê Osloyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê mîtîngek hate lidarxistin.
Çalakî li pêşiya îstasyona navendî hate kirin û ligel berendamê Partiya Çepgir a Sosyalîst Petter Eîde, berendama Partiya Sor Seher Aydar, nivîskar û çalakger Erlîng Folkvord, li ser navê PJAK, UNGKÛRD, CDK û GORAN’ê axaftin hatin kirin.
BANGA DAYÎNA DENG
Li Norwecê wê roja Duşemê hilbijartinên giştî were kirin. Seher Aydar li Osloyê ji Partiya Sor berendam e û li gorî encama anketan wê were hilbijartin. Aydar banga dayîna deng kir û got ez ê bibim “Dengê gelê Kurd.”