Li Oslo civîna gel a HDP'ê
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Norwêcê, bi beşdariya parlamenterê berê Hasîp Kaplan civîneke gel lidar xist.
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Norwêcê, bi beşdariya parlamenterê berê Hasîp Kaplan civîneke gel lidar xist.
Civîn êvara Şemiyê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan li paytexta Norwêc Osloyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Kaplan bal kişand ser rewşa aloz a Tirkiye îro di nav de ye û destnîşan kir, ku sedemên vê aloziyê jî Serokkomar Erdogan û dewleta faşîst a AKP'ê ye.
Kaplan di dewama axaftina xwe de got, "Erdogan serketina me ya 7'ê Hezîranê hezim nekir û serî li şer da. Hemû aliyên welat tevlîhev kir û nearamî afirand, ji bo ku di wan hilbijartinan de dengên xwe zêde bike. Ji bo ku desthilat, saltanat, dizî û sextekariyên xwe biparêzin hemû hêza xwe ya leşkerî û polîs derbasî Kurdistan kiriye. Ji bo ku dengên kurdan bidizin, serî li fêl û fendên cuda didin û bi hemû awayên antî-demokratik vê hewl bidin hilbijartinan li gor xwe bi rê ve bibin.
Lê em weke hezên demokrasîxwaz, hemû hewldanên me wê ew be ku lîstokên wan ên qirêj bi xwedî derketina li dengên xwe pûç bikin."
Hasîp Kaplan di axaftinên da bal kişand ser komkujiyên ku bi hevkariya dewleta AKP û fermanên Erdogan pêk tên û got, "Ew nikarin bi ser bikevin. Wê demokrasî û edalet ser bikeve. Erdogan pir aciz bûye ku Nobela Aştiyê nedane wî."
Hasîp bang li gelê Norwec û Ewropayê kir û got, "Girîng e her kes di nava seferberiyê de be. Bila herkes derdora xwe, xizmên xwe yên li welat bigerin û bibin ser sendoqan".
Hasip Kaplan wê roja Yekşemê derbasî bajarê Stavanger bibe û civînek bi gel re pêk tîne. Her wiha roja Duşemê jî li bajarê Trondheîmê wê civîna gel were lidarxistin.
Dengdayîna li Norwêcê wê di navbera 19-25'ê Cotmehê de li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Oslo were kirin.