Li Oslo çalakiya piştgîriya serhildana Rojhelat
Kurdên li Oslo ji bo pistgîriya gelê Rojhelat û şermezarkirna rejîma Îranê li ber derê Sefaretxana Îranê calakiyek lidar xistin.
Kurdên li Oslo ji bo pistgîriya gelê Rojhelat û şermezarkirna rejîma Îranê li ber derê Sefaretxana Îranê calakiyek lidar xistin.
Çalakî ji aliyê Komîta PJAK a Norwec û Ciwanên Zagros ve hate organîzekirin.
Di calakiyê de li ser navê Ciwanên Zagros, Rojîn Alîpanah bi farsi axaftinek kir û bal kişande ser xezt û kuştina gelê Kurd a ji aliyê rejîma îslamî Îranê ve û bi tayibet kuştina 2 kolberên Kurd ên xelkê Bane şermezar kir.
Rojîn anî ziman kû xwîna ciwanên Kurd li erdê namîne û bang li hemû gelê Kurdistanê û bi tayibet ciwan û jinan kir kû piştgîriya gelê Rojhelat bikin û her wisa sersaxî ji malbatên kolberên hatine kuştin re xwest.
Her wiha li ser navê Komîteya PJAK a Norwec, Baran Mersene bi zimanê Norwecî li ser mijarê axaftinek kir û wiha got: “Qetilamên rejîma islamî ya Îranê ne tiştekî nu ye û gelê Kurd serê xwe li hember wan natewîne û wê li dijî wan qetilaman li ber xwe bide.” Meresene, anî ziman ku rejîma îslamî ya Îran a diktator dixwaze bi komkujiyan gel bê deng bike û deshilatiya xwe li herêmê biparêze.
Meresend di axaftina xwe de bal kişande ser hêza parastina gelê Kurd û diyar kir kû îro ne wek berê ye, li Çiyayê Şaho bigire hetanî Mako Hêzên Parastina gelê Rojhilat amade ne. Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Kurdistaniyan kirin ku li hember wan kuştinên sîvilan bêdeng nemînin.
Di çalakiya li ber derê Sifaretxana Îranê ya Oslo pêk dihat de, gelek alayên PJAK, KODAR, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên şermezarkirina kuştinên kolberan hatin bilindkirin.
Çaakî bi dirûşmên ”Qatil rejîma Îran”, “Dîktator Xameneyî”, “ Kujer Komara Îslamî”, “Em bi gelê Rojhilat re ne”, “Ji kuştina kolberna re na’ bi dawî bû.