Li Oremarê çalakî: 6 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Star îro li herêma Oremarê li hember leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de li gor tespîtan 6 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Star îro li herêma Oremarê li hember leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de li gor tespîtan 6 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên pêk hatin daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku îro saet 10.30-11.00’an li hember leşkerên li girê Şehîd Bager ên li sînorê herêma Oremarê kom bûne çalakî hat lidarxistin. HPG’ê wiha got: “Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC herêmên Şehîd Rahîme, Satê û Şehîd Afad da ber obus, hawan, bombeavêj û çekên giran. Her wiha li qada çalakiyê tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky çêbû.”
WESAYÎTA ZIRXÎ HAT DERBKIRIN
HPG’ê diyar kir ku 19’ê Mijdarê saet 11.00’an li ser rêya Amed-Farqînê nêzî gundê Kurtê dema konvoyek leşkerî derbas dibû hêzên gerîla çalakiyek sabotajê pêk anîn. HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de wesayîtek zirxî hatiye derbkirin, hejmara mirî û birîndaran jî nehatiye zelalkirin.
OPERASYON BÊ ENCAM VEKIŞIYA
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gor çavkaniyên herêmî; 15’ê Mijdarê li bejahiya gundê Biloka yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê, artêşa TC ji helîkopterên Skorsky leşker danîn û dest bi operasyonekê kirin. Operasyon 19’ê Mijdarê bê encam vekişiya.”
LI HEMBER HERÊMÊN GERÎLA BOMBERDÛMAN DIDOMIN
HPG’ê bal kişand ku bomberdûmanên artêşa Tirk didomin û wiha berdewam kir: “19’ê Mijdarê saet 09.00-11.00’an qereqola Sîvrî ya li xeta sînorê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêmên Tepê Sor û gundê Herkî da ber obus û hawanan.
19’ê Mijdarê saet 14.00-15.00’an artêşa TC a li derdora herêma Şehîd Kendal a li xeta sînorê herêma Heftanîn xwe bi cih kirine, herêma Dola Kûranîş, saet 18.00-19.00’an qereqola Tepê Çetê; herêma Deriyê Davetiya bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.
19’ê Mijdarê saet 11.00-11.30’an û 21.00-22.30’an qereqola Tepê Sor a li xeta sînorê herêma Metîna; herêmên Şehîd Şoreş, Şehîd Mazlûm û Tepê Hakkarî da ber obus û hawanan.
Ev 2 rojên dawî, qereqolên Korxê û Bilbilokê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê; herêmên Şehîd Serxwebûn û Apê Mûsa didin ber obus û hawanan.”
TEVGERA HEWAYÎ
HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got:
“19’ê Mijdarê saet 07.00-16.00’an li ser herêma Heftanîn, saet 12.00-14.00’an û di navbera 22.00 û saet 05.00’an de li ser herêma Garê û Zapê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
19’ê Mijdarê saet di navbera 15.30 û 20’ê Mijdarê 09.00’an de li ser Mintiqa Pira Dosta ya girêdayî herêma Xakûrkê, di heman rojan de saet 22.00-05.00’an li ser herêmên Garê û Zapê tevgera balafirên şer çêbû.”