Li Orebroyê ji bo Xirabê Bava û Talatê çalakiyên hevgirtinê

Kurdistaniyên ku li bajarê Orebroyê dijîn bi mebesta ku qirkirinên siyasî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirk a li gundê Xirabê Bava û Talatê şermezar bikin çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebro amade kiribû û YNK’ê destdek dabûyê, rêveberên herdu rêxistinan diyar kirin, Kurdên ku li çar aliyên Kurdistanê dijîn bi mebesta ku rûmeta mirovahiyê diparêzin û ji bo ku berjwendiya gelê Kurd parastina hêzên mêtinger û çeteyên DAIŞ’ê êrîş anîne ser wan.

Axaftvanan diyar kirin ku dewletaTirk li hêlekê wekîl û hevşaredarên Kurd digire û li hêla jî li gundê Xirabê Bava û Talatê terorê dike. Bang li rêxistinên saziyên demokratîk, Yekîtiya Ewopa û Hikûmeta Swêd hate kirin ku bi mebesta êrîşên li ser Kurdan were rawestandin hewl bidin.

Di çalakiyê de danezanên ku hovîtiya dewleta Tirk şermezar dikirin hatin belavkirin. Dirûşmên ku dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê şermezar dikirin hatin berzkirin.