Li NY destlênedan hatin axaftin

Parlamenterê HDP’ê yê li NY axivî, bal kişand ser rakirina destlênedanan, got; “Tiştê ku tê hedefkirin, siberoja gelan e.”

Parlamenterê HDP’ê yê li NY axivî, bal kişand ser rakirina destlênedanan, got; “Tiştê ku tê hedefkirin, siberoja gelan e.”

32. Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a NY bi konferans û rûniştinan dewam dike. Ji aliyê dezgehên navneteweyî yên bi navên The International Council Supporting Faire Trial Human Rights û Khiam Rehabilatation Center for Victims of Torture, konferansa bi navê “Parastina parlamenteran û mafên mirovan” hate lidarxistin.

Di konferansê de ku moderatortiya wê Prof. Hassan Joûnî kir, Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy, Parlamenterê Lîbyayê Jawad Faîrooz, Parazvanê mafên mirovan û hiqûqnas Mûhammed Baccar, Parlamenterê Qûweytê Dr. Abdûl Hameed Dashtî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parlamenterên Demokratîk a Navneteweyî Prof. Jan Femon û Parlamenterê Ewropa Dr. Rûdolf El-Kareh wek qiseker amade bûn.

OZSOY: HEWL TÊ DAYÎN KU TIRKIYEYÊ RADESTÎ YEK KESÎ BIKIN

Di konferansê de destpêkê Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy axivî, bal kişand ser şerê ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, diyar kir ku di vê merheleyê de hewl tê dayîn ku Tirkiyeyê radestî rêveberiya yek kesî bikin.

Ozsoy li ser mijara Xweseriya Demokratîk jî rawestiya, got li Tirkiyeyê nîqaşkirina vê pergala ku wekhevî û yekgirtinê diparêze jî sûc e. Ozsoy bi bîr xist ku dema tê re dibihurin ew e ku rexnekirina Erdogan jî di çarçoveya sûc de tê girtin, destnîşan kir ku zextên li ser HDP’ê her ku diçe zêdetir dibin.

OZSOY: DIXWAZIN YEKGIRTINA GELAN TINE BIKIN

Ozsoy bi lêv kir ku li Tirkiyeyê destlênedanên parlamenteran hatine rakirin, got bi girtina parlamenterên HDP’ê ve hewl tê dayîn ku sîstema dîktatortiyê bê avakirin.

Ozsoy anî ziman ku HDP’e ji bo gelên Rojhilata Navîn şansek mezin e, bal kişand ku bi girtina wekîlên HDP’î ve daxwaz rakirina jiyana hevpar a gelên li Tirkiyeyê ye.

FERMON: BI ÊRÎŞKIRINA HDP’Ê VE ÎRADEYA GEL TINE TÊ HESIBANDIN

Piştî Ozsoy, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzerên Demokrat a Navneteweyî Prof. Jan Fermon mafê axaftinê girt, got bi girtina parlamenteran ve hewla tinekirina îradeya gel tê dayîn. Fermon bi bîr xist ku êrîşên li dijî HDP’ê nayên qebûlkirin, got: “Li Tirkiyeyê zextên li ser HDP’ê rewşek xeternak e. Zextên li ser HDP’ê û di heman demê de bûyerên li Kurdistanê derbeyek leşkerî ne. Hikûmeta Tirk, rehmê li salên 90’î tîne.”

Fermon destnîşan kir ku bêdengkirin û girtina parlamenteran xwe naspêre ti bingehekî hiqûqî, bal kişand ser mafdariya têkoşîna gelê Kurd.

Piştî Fermon, Parlamenterê Qûweytê Dr. Abdûl Hameed Dashtî axivî, anî ziman ku feraseta demokrasiya Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qûweytê hevûdu dibirin.

Di axaftinên piştî Dashtî jî, li ser zextên li dijî parlamenterên li Rojhilata Navîn hate rawestandin, hate destnîşankirin ku divê NY di vê mijarê de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

...