Li Norwêcê ji bo girtiyên siyasî yên Ûrmiyeyî çalakiya piştgiriyê
Li Norwêcê ji bo girtiyên siyasî yên Ûrmiyeyî çalakiya piştgiriyê
Li Norwêcê ji bo girtiyên siyasî yên Ûrmiyeyî çalakiya piştgiriyê
Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, ji bo girtiyên ev 20 roj in li zîndanên Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ne, çalakiyeke piştgiriyê lidar xistin. Kurdên duh danê nîvro li ber Parlamenta Norwêcê hatin cem hev, pankartên li dijî rejîma Îranê bi zimanê Norwêcî hatibûn nivîsandin hilgirtin û bi dirûşman rejîm protesto kirin.
Di çalakiyê de du nameyên bi Norwêcî ji aliyê Kurdên ciwan û Ciwanên Zagrosê ve hatibû nivîsandin, radestî wezîfedarên meclîsê hatin kirin. Di nameyan de rewşa dawî ya li Rojhilatê Kurdistanê hatin vegotin û ji hikûmeta Norwêcê hat xwestin, ku pêkanînan li hemberî Îranê bide destpêkirin.
Di çalakiyê de nûnerên PJAK, PSRK, GORAN û PYD jî amade bûn. Her wiha nûnerê Rêxistina Têkoşîna Ereb a ji bo azadiya Erebên li Îranê têdikoş e Ahmed Jabbar Abîet jî axaftinek li vir kir.
Li Zîndana Ûrmiyeyê, girtiyên PJAK'î jî di nav de 29 girtiyên siyasî, bi armanca şermezarkirina şert û mercên girtîgehê yên li derveyî mirovahiyê ev 22 roj in di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên ketine greva birçîbûnê ji endametiya partiyên siyasî PJAK, Komale, Partiya Demokrat a Kurdistanê tên darizandin.