Li North East Yorkshîrê meclîsa gel hat avakirin

Bi awayê ku bajarên Hûll û Yorkê yên li bakurê Îngîltereyê tê de cih bigirin, Meclîsa Gel a Kurdan a Demokratîk hat avakirin.

Li bakurê Îngîltereyê yê ku xebatên rêxistinkirinê lê didomin bi awayê ku bajarên Hûll û Yorkê tê de cih bigirin, Meclîsa Gel a Kurdan a Demokratîk a North East Yorkshîreyê hat avakirin.

Kongreyê bi rêzgirtinê destpê kir. Bi hilbijartina dîwanê di kongreyê de pêşveçûnên siyasî hatin nirxandin.

 Di axaftinan de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan de di tecrîdê de ye û li hemberî vê tecrîdê sebra gelê Kurd nemaye û hat wiha gotin: “Êdî kes nikare meşa bi Rêbertiya Azad a bi ber bi Kurdistana Azad qedexe bike”.

Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê jî hate nirxandin û hat destnîşankirin ku êrîş li ser deskeftiyên Kurdan e.

Kongreyê bi rojeva hilbijartinê berdewam kir.

Ji bo hevserokatiya Meclîsa Gel a Kurdan a Demokratîk a North East Yorkshîreyê Ayşe Coşkûn û Şahîn Ertetkîn hatin hilbijartin. Meclîseke 51 kesî hat hilbijartin û 8 komîsyon hatin avakirin.