Li Nîjerê vîrûsa Hepatît E belav dibe: Herî kêm 25 kes mirin
Li herêma Dîffa ya Nîjerê, ku bi sed hezaran penaber lê dimînin, ji ber belavbûna enfeksiyona vîrûsa Hepatît E bi dehan kes mirin.
Li herêma Dîffa ya Nîjerê, ku bi sed hezaran penaber lê dimînin, ji ber belavbûna enfeksiyona vîrûsa Hepatît E bi dehan kes mirin.
Li herêma Dîffa ya Nîjerê, ku li ser sînorê Nîjeryayê ye û bi qasî 300 hezar penaberên ji çeteyên Boko Haram reviyane lê ne, hejmara mirovên bi nexweşiyên vîral ketine herî kêm 86 e.
Wezîrê Tenduristiyê yê Nîjerê Îllîassoû Maînassara ragihand, hejmara mirovên heta duh ji ber enfeksiyona vîrûsa Hepatît E jiyana xwe ji dest dane, 25 e.
Wezîr diyar kir, li dijî vê nexweşiyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) kampanya dane destpêkirin.
Wezîrê Tenduristiyê anî ziman, bi saya tedbîrên li dijî Hepatît E hatine girtin, 'rewş di bin kontrolê de ye' û hişyarî da ku xeterî hê ji holê nehatiye rakirin.
Nexweşiyên ku rê li ber êşa serî, verişîn, urîn a bi rengê tarî û êşa navê vedike, dema jinên ducanî pê dikevin, rîska mirinê zêde dibe. Hepatît E, nexweşiyek li kezebê ye ku ji ber vexwarina vîrûsa ji ava gemarî rû dide.