Li nava refên YPJ'ê dayikek

Li nava refên YPJ'ê dayikek

Şerîvan Kurdistan piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê 4 zarokên xwe hişt û tevlî YPJ’ê bû. Kurdistan diyar kir ku YPJ ji bo wê guherîn û îradeyê îfade dike.

Şerîvan Kurdistan a li Stenbolê dijî û dayika 4 zarokan e, piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, zewaca xwe ya 10 salan bi dawî kir û di meha Tîrmehê de çû Kobanê, tevlî YPJ’ê bû. Bi êrîşên dawî re Kurdistan di eniya paş a şer de cih girt û ji bo hevalên xwe yên li eniya pêş lojîstîkê dibe.  Şerîvan Kurdistan bang li jinan kir û got: “Ti carî serî netewînin.  Ji cihekî dest bi têkoşîna azadiyê bikin.”

'ROJAVA JI BO MIN BÛ  BERSIV'

Şerîvan Kurdistan ku bi eslê xwe ji Tetwanê ye got: “Dema malbata min koçî Stenbolê kir ez biçûk bûm. Ez zû zewicîm. Ez niha 28 salî me û zarokên min ên keç hene. Ya herî mezin 9 salî ye. Piştre min biryara tevlîbûna şoreşê da û min dest ji hevserê xwe berda. Lêgerîna min a azadiyê bi zewacê re destpê kiriye û ji ber ku bi zewacê re jin bê îrade tê hiştin. Dema şoreşa Rojava destpê kir min şopand.  Min berxwedana jinên Rojava dît. Şoreşa Rojava bû lêgerîna min bû bersiv."

'DIVÊ ŞOREŞ BIHATA PARASTIN'

Şerîvan Kurdistan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştre êrîşên li dijî şoreşê destpê kirin. Li dijî van êrîşan divê Şoreş bihata parastin. Ez wek dayik û jinekê, biryara tevlîbûnê ji bo min gelek zehmet bû.  Piştî çeteyan êrîşî Kobanê kirin, ez tevlî bûm. Min nedikarî ez êdî li dijî van bê bertek bimînin. Min hevserê xwe berda, min zarokên xwe hiştin û hatim tevlî YPJ’ê bûm. Ez li ser armancekê tevlî YPJ’ê bûm.  Destpêkê fikarên min hebûn. Lê piştî ez hatim vir ez gelek kêfxweş bûm, bendewariyên min hatin cih.”

'YPJ GUHERÎN Û ÎRADEBÛYÎN E'

Kurdistan bi lêv kir ku şoreşa Rojava û YPJ ji bo wê guherîn û îradebûyîn e û wiha pêde çû: “Piştî YPJ’ê nêrîna min a jiyanê guherî. Di mijara mêr, civak û dewletê de nêrînên min guherîn. Heta ez tevlî YPJ’ê nebibûm, min koletî tiştekî xwezayî qebûl dikir.  Niha ez li dijî koletiyê têdikoşim. Ev hêzê dide min.  Ez wek berê ne bê bertek im.

Beriya tevli YPJ’ê bibim, xwendin û nivîsandina min tine bû. Li vir fêrî xwendin û nivîsandinê bûmr. Van tiştan ez gelek pêş xistim. Ez niha di YPJ’ê de me û ev tişt min gelek pêş dixin. Li vir bi berdêlek mezin nirx tên parastin."

'EZ LOJÎSTÎKÊ DIBIM JI HEVALÊN XWE RE'

Kurdistan destnîşan kir ku wê dixwest di mewziyên pêş de cih bigire, lê hevalan ew daye lojîstîkê û ew pêwîstiya hevalên meziyan pêk tîne. Kurdistan da zanîn ku ew jî dixwaze tevlî şer bibe, lê fermandarê wê dixwazin ew li lojîstîkê bimîne. Kurdistan bang li hemû jinan ku tevlî qadên têkoşînê bibin.