Li Nantesê tûrnûvaya ji bo bîrananîna Şehîdên meha Gulanê

Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi tevlîbûna 11 tîman, tûrnûvaya futbolê a ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê hat lidarxistin.

Tûrnûvayaji bo bîranîna Şehîd Harûn Çekdar û Şehîd Botan Serdar, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û Cîhanê destpê kir. Li dû gotina sirûda Çerxa Şoreşê, maşên navbera 11 tîman destpê kir.

Tîmên Vannes spor, FCB Bledard, FC Hınıs, Vartospor, Elbistan44, Fıratspor, Med Rochfort, FC Serhad, Dalkurd, Engîn Sîncer NCD û Kandîlspor ji bo serketinê li be xwe dan. Di dawiya van maçan de tîmên Engîn Sîncer NCD û Vartospor derketin fînalê.

Di maça fînalê de tîma Varto Spor bi encama 1-0 bi ser ket.

Tûrnûva bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...