Li Mûsilê mizgefta ku 'xîlafet' lê hatibû ragihandin hat teqandin

Li Mûsilê ku şer li taxa dawî dewam dike, mizgefta Nûr Camîî ku Bexdadî 'xîlafet' lê ragihandibû hate teqandin.

Piştî teqînê DAIŞ'ê Iraq sûcdar kir. Iraqê jî teqandina mizgeftê weke 'têkçûna DAIŞ'ê şîrove kir.

Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, Mizgefta Nûrê ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir Bexdadî sala 2014'an 'xîlafet' lê ragihandibû hate teqandin. Artêşa Iraqê got, DAIŞ’ê mizgeft teqandiye.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê ku 17’ê Cotmeha 2016’an dest pê kiribû, li Herêma Mûsila kevn didome. Tê gotin ji ber ku kuçeyên wê teng in û bînahî ji keviran in operasyona li Mûsila kevn dijwartir e.

Dema ku li Mûsilê şerê giran dom dikir, şevê din Mizgefta Nûrê ku Bexdadî 'xîlafet' lê ragihandibû û mînareya El Hadba ku ji Serdema Navîn maye hatin teqandin.

Artêşa Iraqê di daxuyaniyê de got mizgeft ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye teqandin û got, "ev qebûlkirina têkçûnê ye, ji bo vê jî nexwestin ku mizgefta xwedî wateyeke sembolîk e bikeve destê."

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkildarî mijarê got teqandina Mizgefta Nûrê û mînareya El Hedba 'ragihandina têkçûna DAIŞ’ê ye'.